top of page

Klînîka dadrêsî (huqûqî) ya penaberan Jena e.v. ji bo penaberan şêwirmendiya dadrêsî ya xwendekaran e . Armanca me qanûna koçberiyê ye. Em piştgiriya dadrêsî (huqûqî) didin koçberan ( Bi taybetî penaxwaz û penaberan) û em ji bo şêwirmendên dilxwaz bernameyeke perwerdehiya paralel li ser qanûna penaberî û rûniştinê jî pêşkêş dikin.

Pêvajoya penaberiyê ji bo penaberan gelek pirsgirêkên burokratik û qanûnî çê dike. Pirî caran biryara hebûnê ya li ser rewşa rûniştinê û pirsên pê re yên entegrasyona civakî bi zimane kî biyanî û di ware dadrêsî de pêk tê. Ji ber vê yekê , gelek mirovê bandordar hewceyî rêberî û piştgirîya rêberiya şêwirmendiya dadrêsî dibê. Gelek penaber ji ber şart û mercên xwe yên şexsî an jî ji ber pirsgirêka e-post nikarin xwe bigihînin xizmetên şewirmendiyê  Klînîka dadrêsî ya penaberan Jena. Armanc ew e ku beşdarî baştir kirina rewşa heyî û kesane ya kesên ku bandor bûne.

Aktîvîteyên şewirmendîyê

Em ji penaberan re navendek pêwendiyê ya belaş û bi hêsanî gihiştî pêşkêşî dikin û em alîkarî û şewirmendiyê li ser mijare qanûnî, îdarî û yên din pêşkêş dikin.Em bi parêzerên tam jêhatî re di têkiliyê de ne . Lê belê em weke parêzer tevnagerin, em şêwirmendiya dadrêsî ya belaş pêşkêşî ji bo kesên ku nikarin di ware aborî de şêwirmendiya dadrêsî bistînin dikin. Em di danûstandinên wan ên bi rayedaran re bi wan kesên ku hewcedarê Alîkariyê jî didin.

Li ser vê bingehê , ev bernameya perwerdeyê : kesên ku dixwazin bi ders , atolye û stajyeran bi qanûna penaberî û rûniştinê nas bikin û ew ji bo her kesê ku dixwaze bi dilxwazî zanîna ku xwe bi dest xistiye bi kar bîne.

bottom of page